Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di Roja Cîhanî ya Qudsê da
Qayîm meqamê Konseya hevahengiya Teblîxata Îslamî qala axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di Roja Cîhanî ya Qudsê da kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Nusretullah Lutfî, Qayîm meqamê Konseya hevahengiya Teblîxata Îslamî roja Duşemiyê di civîna nûçeyî ya rêzgirtina Roja Cîhanî ya Qudsê da got: Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di saet 11ê roja Îniyê, 17ê Ordîbihiştê dê xitabî gelê Îranê û cîhana Îslamê biaxive.
Lutfî her wiha got: Axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê ji kanalên navxweyî û dervesînorî bi awayê zindî were weşandin.
Dawîn îniya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (re) Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin.
Roja Îniyê 7ê Gulana 2021ê beranberî 24ê Remezana 1442an Roja Cîhanî ya Qudsê ye.