May 02, 2021 23:40 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Kirîna vakslêdanan pêşanîya sereke ya bernameyên hikûmetê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez li ser vê yekê kir ku dabînkirina derziyên vaksînê pêşanîya sereke ya bernamên hikûmetê ye.

Li gorî IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro Yekşemê di 222-an civîna navenda hevahengiya aborî ya hukûmetê de diyar kir ku dabînkirina vaksîna Koronayê karê sereke yê hikûmetê ye û di dewamê de got: Bi terxankirina diravê hewce, hukûmetê pirsgirêka dabînkirina çavkaniyan ji bo kirîn û îthalkirina vaksîna Koronayê çareser kir.

Rûhanî her wiha got: "Kokbirkirina Korona bi du prensîban ve girêdayî ye; berçavgirtina talîmatan û vaksînekirina xelkê û çawa ku peywira hemû pêkhateyên gel e ku talîmatan bişopînin, hukûmetê jî dabînkirin û çêkirina vaksînê prensîba yekem a berî hemî çalakiyên xwe dizane."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi tekezkirina ser têkçûna dijmin di şerê aborî û îtirafkirina wan li ser bêencambûna siyaseta zexta herî zêde û got: Bi têkçûna dijmin di şerê aborî de û nêzikbûna dema rakirina dorpêçan, ji ber danûstandinên vê dawiyê, em dikarin hêvîdar bibin ku aboriya welêt vegere ser riya hevsengî û geşatiyê.

Serepeyv