May 01, 2021 12:03 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Dewlet hewilda xwe jibo kirrîn û dabînkirina vaksîna Koronayê didomîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku dewleta hewila xwe jibo kirrîn û dabînkirina vaksîna Koronayê didomîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da, got: Em ê di warê kirrîna vaksîna derveyî û piştgiriya ji vaksîna navxweyî bihêz hewila xwe bidomînin da ku gel ji vaksînê behremend bibe û canê gel bê parastin.

Rûhanî got: Vaksîn dikare rewşê baştir bike û jibo parastina can û heta jibo qutkirina zincîreya tûşbûnê dikare bibandor be.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Dewletê hemî hewilda xwe bi kar aniye da ku Wezareta Tendurustiyê ya Îranê piştrast dike, tevî hebûna pirsgirêkên pereyê biyanî, bikire.

Li gorî gotina Rûhanî, Em roja îro li Viyenê gotûbêj dikin û hin pêşketin di van gotûbêjan da pêk hatine, lê hîn em di bin boykotan da ne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi haatina pêla çarem a Vîrûsa Koronayê (Koronaya Inglîzî) ku ji Iraqê derbasîê Îranê bû, li ser berçavgirtina rêziknameyên tendurustiyê pêgirî kir.

 

 

Serepeyv