Nîsan 30, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Em pêşwaziya guhertina gotinên rayedarên Siûdî dikin

Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva borî bal kişand ser gotinên welîehdê Siûdî derbar têkiliyên bi Îranê re û herêmê re got: Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziya guhertina gotinên rayedarên Siûdî dikin.

Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di bersiva pirsekê derbarê gotinên vê dawiyê yên welîehdê Siûdî Muhemed bin Selman derbarê têkiliyên Iranran, Erebistana Siûdî û herêmê de, wî got: Bi nêrînên avaker û nêzikatiyek li ser bingeha diyalogê, ev her du welatên girîng ên herêmê û cîhana Îslamî dikarin bi derbaskirina dijberî û neyariyan bikevin qonax û dewreke nû ya têkilî û hevkariyê da ku aştî, aramî û geşepêdana herêmî pêk bînin.

Xetîbzade got: Komara Îslamî ya Îranê bi raberkirina  pêşnîyar û nexşeyên diyalog û hevkarîyê li herêma Kendava Farisê ji wan pêşnîyara derbarê dostî û hevkarîya herêmî de û raberkirina plana Aştiya Hormizê (Initnsiyatîfa Hêvî),hertim di vê çarçêvê de pêşeng bûye û niha jî bi germî pêşwaziya guhertina gotinêên rayedarên Erebistana Saudî dike.

Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dawiyê de, hêvî kir ku meha pîroz a Remezanê, meha rehmet û bexşandina Xwedê teala, bibe destpêka Mubarek ji bo lihevhatina civaka îslamî û jinavbirina şer, koçberî û bêewlehtiyê ji vê herêmê.

Welîehdê Siûdî Muhemed bin Selaman şeva sêşemê di hevpeyvîna xwe bi kanala El-Erebiye re got: "Îranr welatek cîranê me ye û Riyaz hêvî dike ku têkiliyek baş bi Tehranê re hebe,"

Muhemed bin Selaman di dewamê de got:"Erebistana Siûdî ji damezrandina têkiliyên baş û cihêreng bi Îranê re pêşewaziyê dike."

Serepeyv