Nîsan 29, 2021 15:04 Asia/Tehran
  • Heta îro 29ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 938 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 479 hezar û 805 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 938 hezar û 64 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 19899 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 479 hezar û 805 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 385 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 71 hezar û 351 kesî kesî."

 

 

Serepeyv