Nîsan 28, 2021 17:04 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Serdar Sulêmanî komploya Siyonîstan û Amerîkayê yên li herêmê pûç kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî got: Sardar Sulêmanî ew kes bû ku komploya Siyonîstan û Amerîkayê yên li herêmê pûç kirin û di siyaseta derve ya li herêmê de ji me re şêwirmendê herî baş bû.

Rûhanî îro li Civîna desteya wezîran  bal kişand ser vê yekê ku niha dem dema hêrsbûn û acizbûna Rejîma Îsraîlê û Paşverûtiya Navçê û tundrewên amerîkî ye û got: Riya ku wan pêşbînî kiribûn têk çûye, Trump tenê serokomarê Amerîkayê bû ku ji siyonîstan re kar dikir û ji wan re bûbû kirêgirtî, helbet serokomarên din ên Amerîkayê jî bi siyonîstan re hevkariyê dikin û pişta wan digirin, lê ti kîjan kirêgirtî nebûne.   

Serokê Komara Îslamî ya Îranê wiha gotina xwe domand: Kesê ku Trump teşwîq kir ku ji Rêkeftina Navokî derkeve siyonîst bûn, çîroka veguheztina paytexta Qudsê sûc û cinayeta siyonîstan bû.Di derketina Trump ji hin rêxistinên Navneteweyî bi heceta Filistînê jî bisaya pîjkirin û fermana siyonîstan bû.

Rûhanî herwiha got: Mesela Şehîdkirina Sardar Sulêmanî jî bisaya hewldana siyonîstan bû; Rast e ku kujer û sebebkarê vê terorê Trump e, lê yê li pişt perdê ku teşwiq kirin ku Trump terorkirina generalê mezin ê ku temam û jiyana xwe danî ser berjewendiya herêmê, cih bîne siyonîstan bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku îro roja hêrs û acizbûna Rejîma Siyoîst, Paşverûtiya Navçê û tundrewên amerîkî ji ber serketinên Neteweya Îranê ye û di dewamê de got: Îro ew bi hêrs in ji ber ku wan her tiştê ku di van 4 salên borî bi komployan bi dest xistibûn winda kirin û hemû endamên koma 4 + 1 û heta Amerîka bi xwe jî, bi tevahî fam kirine ku ji wan re ti çare tune ku serî li ber qanûn û rêzikên navneteweyî û berheqbûna Îranê bitewînin; Divê ew teslîmî Îranê bibin.

Serepeyv