Erdhejê dîsa parêzgeha Kirmanşanê hejanê
Îro erdhejeke bi giraniya 4.8 Rîşteran parêzgeha Kirmanşanê li Rojavayê Îranê hejand û li gor zanyariyên destpêkê, navenda erdhejê li nêzîk qezaya Serpêl Zehawê bûye.
Ajansa Iran Pressê ragihand ku ev erdheja 4.8 Rîşterî di saet 14:39 li gor dema xwecihî qewmiye.
Herwiha erdhej di kûrahiya 10 kîlometriya erdê de qewimiye û navenda erdhejê 10 kîlometran dûrî Serpêl Zehaw, 26 km dûrî Qesrî Şîrîn û 27 km dûrî Gîlanxerbê li parêzgeha Kirmanşanê ye.
Herwiha cihê ku erdhej lê çêbûye, 117 km ji navenda parêzgehê anku bajarê Kirmanşanê û 99 km jî ji navenda parêzgeha Îlamê dûr e.
Heya niha ti zanyarî derbarê zirarên erdhejê de nehatine belavkirin.
Ji tirsa erdhejê xelkê navçeya Serpêl Zehawê ji mal û avahiyan derketin derve.
Di sala 2017an de jî erdhejeke mezin bi hêza 7.3 Rîşterê parêzgeha Kirmanşanê û bi taybet Ezgele û Serpêl Zehaw hejandibû û zirareke mezin gihandibû navçeyê. Di wê erdhejê de, li gor amarên fermî herî kêm 620 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 hezar û 386 kes jî birîndar bûbûn.
Di heman erdhejê de, zirarek mezin gihîştibû 10 bajar û bajarokan û 1,932 gundên parêzgeha Kirmanşanê. Herwiha zirar gihîşt 103 hezar mal û avahiyên xelkê yên li gund û bajar û bajarokên wê parêzgehê.