Nîsan 26, 2021 09:03 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û gotûbêja Zerîf bi Mîrê Qeterê re

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku ji bo gotûbêja bi rayedarên Qeterê re çûye vgî welatî şeva borî bi mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî re civiya û gotûbêj kir.

Li gor Fars Newsê, Zerîf di vê hevdîtinê de bi mîrê Qeterê re qala guhertin û geşedanên dawîn ên têkiliyên Îran û Qeterê di warên curbicur ên siyasî û aborî de kir û  ji bo berfirehkirina têkiliyên di navbera her du welatan de mijar û kapasîteyên heyî bi erênî nirxand.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha di vê hevdîtinê de dîtin û helwêsta Komara Îslamî ya Îranê di warê geşepêdana danûstendinên bi welatên herêmê re, û her weha geşedanên dawiyê derbarê danûstandinên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û welatên 4 + 1 de şirove kir.

Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî jî di vê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya têkiliyên dualî û her weha hevkariya di navbera her du welatên li herêmê kir û desnîşan kir ku welatê wî dixwaze hevkariya di navbera her du welatan de berfire bibin.

Serepeyv