Heta îro 21ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 823 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Nîsan 21, 2021 15:15 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 311 hezar û 813 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 823 hezar û 958 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 24886 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 311 hezar û 813 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 388 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 67 hezar û 913 kesî kesî."