Rûhanî: Beşdariya bihêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de nîşana têkçûna zexta herî zêde ya dijminan e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, beşdariya bihêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de nîşana têkçûna zexta herî zêde ya dijminan da zanîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, îro Sêşemê, di civîna koma çalakên sîyasî de, tekez kir ku bi berxwedana neteweya Îranê, îro şerê aborî yê dijmin û zexta herî zêde têk çû û Amerîkî û hemî cîhan bi vê têkçûnê îtiraf dikin, wî di dewamê de go: "Îro em bihêztir ji berê di gotûbêjên Viyanayê de beşdar in.
Rûhanî diyar kir ku îro wateya hebûna bi hêz a Îranê di danûstandinên Viyanayê de têkbirina tekez a zexta herî zêde ya dijminan e û di dewamê de got: Danûstandin ji sedî 60, 70 pêşveçûn hebûne û heke Amerîkî di çarçoveya rastî û dirustiyê de tevbigerin, em ê di demek kurt de bigihêjin encamê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku di danûstandinan de em nakevin lezê, lê emê bixebitin ji derfeta çêbûyî sûda herî zêde bistînin û pişt re got: Em di çarçoveya ku ji hêla Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ve di derbarê danûstandinan de hatiye diyarkirin danîn dimeşin û vê çarçovê de jî bidomînin.
Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber dorpêçan li riya jinavbirina Korona derketin û di vê barê de got: "Di dema şerê sepandî ya Rejîma Beis a Iraqê li dijî Îranê de em bi qasî ku niha ji ber şerê aborî ketine ber zext, li ber zext û zorê nebûn, lê îro bi alîkariya berxwedana neteweya Îranê di bin rêberî û rênimoniyên Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî me zehmetî derbas kirine.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro sêşemê li axvtineke din li dused û nûzdehemîn civînaErkana Hevahengiya Aborî ya Dewleta Îranê got: Vakslînlêdana berfireh û herî zêde ji bo parastina tenduristiya gelê Îranê di serê hemî bername û kiryarên hikûmetê de ye.