Nîsan 20, 2021 10:33 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Em ê tenê li ser gava dawî gotûbêj bikin

Cîgirê wezîrê karên derve yê siyasî û serokê tîma danûstandinên Îranê li Viyena şeva Duşemê li bersiva hin raporên derewîn ên di çapemeniya rojavayî de hatine weşandin tekez kir:Di diyaloga navbera Komara Îslamî ya Îranê û 4 + 1 de tu nîqaş li ser "rêkeftina demkî" an tiştek mîna wê tune.

Li gorî IRNA, "Seyd Ebas Iraçî" diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê tenê qala pêngava dawî ya rakirina dorpêçên zordarî li dijî neteweya Îranê dike û gotegotên wekî pilanên gav bi gav an rêkeftinek demkî bê bingeh in.

Serokê tîma danûstandinên Îranê li Viyanayê, her weha destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê, wekî ku Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kiriye, rê nade ku danûstandin bê feyde werin dirêjkirin û di heman demê de em ji bo bidestxistina encama dilxwaz nakevin lezê û ew diyar dike ku divê danûstandin bi baldarî û li gorî berjewendî û helwestên welat bêne meşandin.

Iraçî di dawiyê de got: Her biryarek li ser pêvajo û encama gotbêjan dê li Tehran were dayîn û tîma danûstandinan dê berdewam rewşa danûstandinan ji karbidestên payebilind re ragihîne.

Di dema serokomariya Donald Trump de, Washingtonê bi mebesta zexta herî zêde li ser neteweya Îranê terorîzma aborî ya yekalî ferz kir. Lêbelê serokomarê vê demê yê Amerîkayê Joe Biden di dema hilbijartinan de diyar kir ku wê vegere ser Rêkeftina Navokî.

Serepeyv