Zerîf: Helwêsta Îranê piştgirîkirina aştiya berfireh a Efganistanê ye
Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir ku helwêsta Komara Îslamî ya Îranê piştgirîkirina aşitiya berfireh li Efganistanê ye.
Li gor ISNAyê, Wezîrê karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf, di zîrveya " Rayssinia 2021:" de got: Ji bo berjewendiya neteweyî ya Îranê û ji bo ku Talîban qanih bikin ku aşitiyek berfireh li Efganistanê hewce ye, me bi Talîban re danûstendin kirin."
Zerîf dû re wiha got: "Divê Talîban bibe beşek ji aşitiya Efganistanê û divê vê aştiyê kontrol nekin."
Wezîrê karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Îran ji Talîban re tekez kir ku ew amade ye ku her civînek ji bo Talîban û komên din li Efganistanê, nemaze hikûmeta vî welatî, pêk bîne da ku bikevin nav danûstandinên cidî ji bo bi destxistina aştiya berfire di çarçêva qanûna bingehîn ya vî welatî.
Zerîf got: "Komên curbicur li Efganistanê neçar in ku li ser tiştê ku ew dixwazin li hev bikin û dûre jî li ser hûrgiliyên şêwaza pêkanîna wê bixebitin."
Wezîrê karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku divê welatên herêmê alîkariya Efganistanê bikin û divê li herêmê yekitiyek hebe ku alîkariya pêvajoya aştiyê li vî welatî bike.