Li Îranê goriyên Koronayê dîsa zêde bûn: Di rojekê de 328 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Îranê 328 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 25 hezar kesan jî pê ketin.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 16 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 25 hezar û 261 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 3 hezar û 207 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 194 hezar û 133 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî ve 328 kes li Îranê bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara miriyên Koronayê heta vê demê gihîştiye 65 hezar û 359 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha îro ragihand ku heya niha milyonek û 761 hezar û 497 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û terka nexweşxanan dane.
Nexweşiya Covid-19 oli gor amarên fermî yên welatan bûye sedema pêketina zêde ji 139 milyon kesan û bûye sedema mirina zêde ji 3 milyon kesên din li cîhanê.