Nîsan 14, 2021 19:46 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hebûna Rejîma Siyonîst ji bo herêmê xeternak e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di pêwendiya têlefonê digel Mîrê Qeterê de tekez kir ku hebûna Rejîma Siyonîst ji bo navçê xeternak e.

Li gorî IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî di peywendiya têlefonê ya bi Şêx Temîm bin Hemed bin Xelîfa Al Thanî, mîrê Qatarê re, tekez kir ku pêdivî ye pirsgirêk û qeyranên herêmî, di nav wan de qeyrana Yemenê bi diyalog û danûstandinan werin çareserkirin û dewamê de got: Rejîma Siyonîst ji bo herêmê xeternak e.

Rûhanî di axivtina xwe bi mîrê Qatarê re, hilketina meha Remezana li hikûmet û gelê Qeterê pîroz kir û li ser geşkirin û berfirekirina têkiliyên Tehran-Duhayê di her warî de, nemaze di warê bazirganî û aborî de tekez kir.

Rûhanî pêşewaziya helwêsta Qeterê derbarê pirsgirêkên navçê kir û got: tenêê riya damezrandina aştî û îstiqrarê li herêmê çareseriya pirsgirêkan ji riya diyalog û siyasî ye bi awayekî ku gişt alî derheq vê yekê xwe wezîfedar bizabib û ji bo berjiwendiya komî bixebitin.Roja îro mîlîtarîstî nikare pirsgirêkan safî bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got ku tenê riya vegera Amerîka bo Rêkeftina Navokî ev e ku hemî cezayan rake û hemî berpirsiyariyên xwe yên li gorî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiyê ya YN pêk bîne, piştî wê Îran jî dê vegere hemî sozên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî.

Di vêhevpeyvînê de, Mîrê Qeterê, jî hilketina meha Remezanê pîroz kir û tekez li ser geşepêdan û kûrkirina têkiliyên her du welatan kir û got: Pêwîst e Îran û Qatar hemî kapasîteyan bikar bînin da ku têkiliyan pêşve bibin.

Şêx Temîm bin Hemed bin Xelîfe Al Thani destpêkirina pêşewaziya guftûgoyan ên ji hêla Komîsyona Hevpar ya Rêkeftina Navokî ve li Viyena kir.

Serepeyv