Nîsan 14, 2021 15:31 Asia/Tehran
  • Îranê gazî sefîrê Portugalê kir

Wezareta karên derve ya Îranê balyozê Portekîzê (Portugal) li Tehranê ban kir vê wezaretê û nerizamendiya xwe derbarê kiryara bi cisaret a Yeketiya Ewropayê(YE) derbarê sepandina cezayan ya roja duşemê li dijî hejmarek ji rayedarên îranê û teşkîlatên Kora Îslamî diyar kir.

Li gorî IRNA, Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva Sêşemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li dû kiryara roja borî ya Yekîtiya Ewropayê di warê sizayên bi heceta binpêkirina mafên mirovan de li dijî hejmarek ji karbidest û saziyên Komara Îslamî ya Îranê, Balyozê Portekîzê li Îranê Carlos Costanhaus, ku vê gavê welatê wî serokê YE ye, ji aliyê alîkarê wezîrê derve û birêvebirê karên Ewropaya Rojavayê li wezareta derve ya Îranê bo vê wezaret hate bankirin û Balyozê Portekîzê derbarê kiryarên neqanûnî yên YE Ewropayê hate hişyarkirin.

Birêvebirê karên Ewropaya Rojavayê li wezareta derve ya Îranê di vê vexwendina balyoz de  ev kiryara YE siyasî û hilbijartî bi nav kir û ew şermezar kir û diyar kir ku mesela boykotên berdêlê li halê hilkolandinê ye.

Balyozê Portekîzê yê li Tehranê jî ragihand ku ew ê mijarê ji  Brukselê re şirove bike.

Yekitiya Ewropayê duh bi heceta binpêkirina mafê mirovan ragihand ku ceza li 8 fermandarên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê, hêzên Basîc, polîsên Îranê û 3 girtîgehan hatine ferzkirin. Li ser wê yekê Îranê hevakariya xwe ya bi YE`yê re di gelek qadan de, taloq kir.

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh sêşemê li Tehranê li press konferansa bi wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re ser vê meselê got: Di van salên dawî de, Yekîtiya Ewropî  li warê cihanîna Rêkeftina Navokî lawaziya xwe eyan kir û nîşan da ku ew li ber zextên Amerîkayê teslîm bûye û gav bi gav nîşan dide ku nikare di têkiliyên navneteweyî de wek aliyeke bi hêz were hesibandin.

Zerîf destnîşan kir ku eva ji bo Ewrûpa şerm e, bê guman ew çalakiyek hilweşîner e û em ê bê guman pê re li ber vê yekê rabin.

Serepeyv