Heta îro 11ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 729 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Nîsan 13, 2021 15:15 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 118 hezar û 212 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 729 hezar û 293 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 24760 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 118 hezar û 212 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 291 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 65 hezar û 55 kesî kesî."