Nîsan 04, 2021 11:12 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Me tu cûre gotûbêjeke rasterast an nerasterast bi Amerîkayê ra tune

Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vêya ku me tu cûre gotûbêjeke rasterast an nerasterast bi Amerîkayê ra tune, got: Gotûbêja me bi Koma 4+1ê ra li Viyenê derbarê rakirina boykotan, pêngavên ku amerîkî divê destpêkê rakin û ceribandina rastiyê, tam teknîkî ne.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê got: Tiştê ku em li Komîsiyona hevpar a Peymana Navokî dişopînin, tam li gorî helwêstên tekûz ên hikûmeta Îranê ne ku ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî  û berpirsên welêt va bi caran hatiye ragihandin.

Alîkarê siyasî yê Wezareta karên derve ya Îranê got: Me yê tu gotûbêjeke rasterast an nerasterast li Viyenê tev amerîkiyan tunebe. Em ê tev Komîsiyona hevpar û welatên 4+1ê muzakire bikin û daxwaz û şertên xwe jibo vegeriyana bo Peymana Navokî ji wan ra bêjin.

Serepeyv