Nîsan 01, 2021 21:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Wezîrê Derve yê Rûsyayê tê Tehranê

Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov 13ê Nîsana 1400-an tê Tehranê.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNA`yê, "Seîd Xetîbzade"  herwiha diyar kir: "Ev seredan dê di çarçova şêwira siyasî di navbera Wezîrên Derve yên Komara Îslamî ya Îran û Rûsiya û li ser vexwendina wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf cih were. "

Xetîbzade di dewamê de got: Şêwirîna li ser gelek aliyên têkiliyên dualî, pirsgirêkên herêmî, nemaze geşedanên dawîn ên li Qafqasya, Sûriye, Yemen û Efganistanê, hevkariya di navbera her du welatan de di forûmên herêmî û navneteweyî de her weha mijarên girîng ên wekî Rêkeftina Navokî, sekinîna li ber kiryarên yekalî û cezayên neqanûnî yên Amerîkayê mijarên herî girîng in yên gotûbêjên di navbera wezîrên karên derve yên her du welatan de.

Serepeyv