12`ê Ferverdînê, Roja Komara Îslamî ya Îranê
Îro Pêncşem 12`ê Ferverdînê (1 Nîsanê) roja Komara Îslamî, xûyabûna rastî ya vîn û daxwaza gelê mezin ê Îranê di warê serêxwegirtina rûmeta îslamî û kivşkirina çarenûsa welêt bi destê gelê bawermend û şoreşgêr ê Îranê da ye.
Piştî serketina birûmet a Inqilaba Îslamî bi rêbertiya Îmam Xumeynî (RE), di 1ê Nîsana 1979-an de, referandûma Komara Îslamî li seranserê Îranê hate lidarxistin.
12`ê Ferverdîna sala 1358`an a Koçî-Tavî (1`ê Nîsana 1979`ê) tomarkirina rûpeleke zêrîn a din li esmanê têkoşînên serxwebûnxwazî û azadîxwazîyê di dîroka mirovantiyê da ye ku mirov dikare ewê di dîroka hevçerx da bêmînak bizane.
Gelê Îranê di roja `ê Nîsana 1979`ê da ligorî daxwaza Îmama Xumêynî (RE) bi pişkdarîya bizanebûn di giştpirsîyê de dengê Erê da Komara Îslamî û hema ji destpêkê ve nîşanî dinyayê da ku çarenûsa xwe girtyîe destê xwe.
di 12`ê Ferverdîna sala 1358`an ya Koççberiya Tavî de gelê Îranê bi pişkdarîya çarenûssaz di giştpirsîyê de ev yeka nîşanî cîhanê da ku serdema destwerdan û biryardayîna bîyanîyan derbarê gelê Îranê de derbas bûye û gelê Îranê bi awayekî xurt dê riya Îmam Xumêynî (RE) ku riya rizgarbûna ji serdestiya bîyanîyan e, bidomîne.