Heta îro 31ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 617 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Adar 31, 2021 15:52 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 885 hezar û 546 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 617 hezar û 333 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 10330 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 885 hezar û 546 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 96 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 62 hezar û 665 kesî kesî."