Adar 29, 2021 00:50 Asia/Tehran
  • Zerîf diçe Tacîkistanê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji serdana Wezîrê Derve yê Îranê jibo Tacîkistanê xeber da ku beşdarî civînek wezîrên derve yên Însiyatîfa Dilê Asyayê ku sibê li Tacîkistalê li dar dikeve bibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade roja Yekşemê li ser twitterê nivîsî: "Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf dê sibê (Duşem) biçe Tacîkistanê da ku bi karbidestên Tacîk re bicive û beşdarî civîna wezîrên derve yên Însiyatîfa Dilê Asyayê ya derbarê Efganistanê bibe".

Xetîbzade her wiha nivîsiye: "Mîrata hevpar a şaristaniyet, dîrok û çandî di navbera her du miletên hevziman û hevol ên Îran û Tacîkistan de pêwendiyeke bê veqetîn çêkiriye."

Serepeyv