Daxuyaniya wajokirina belgeya bernameya hevkairya giştalî ya Îran û Çînê
Daxuyaniya wajokirina belgeya "Bernameya hevkariya giştalî ya navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Gel a Çînê" hat weşandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di sala 1394an da Komara Îslamî ya Îranê û Komara Gel a Çînê daxuyaniya hevpar a giştalî ya stratejîk a du welatan dan û du aliyan jibo girêdana bernameyeka hevkariya giştalî li hev kirin.
Piştî gotûbêja roja 7ê Ferverdîna 1400î (27ê Adara 2021ê) di navbera Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Wang Yî endamê Konseya dewletî û wezîrê karên derve yê Komara Gel a Çînê, "Bernameya hevkariya giştalî ya navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Gel a Çînê" li Têhranê hat wajokirin.
Ev belge asoya hevkariya dualî ya Komara Îslamî ya Îranê û Komara Gel a Çînê di warên cûrbecûr ji wan aborî, çandî û her wekî din berçav digire.
Em bawer in ev belge zêdetir ji berê berfirehkirina berdewam û beşdariya giştalî ya stratejîk a Îran û Çînê dê zêdetir bike û dê jibo du gelan bexteweriyê bîne.