Heta îro 25ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 569 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Adar 25, 2021 16:20 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 830 hezar û 823 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 569 hezar û 697 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7290 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 830 hezar û 823 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 97 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 62 hezar û 142 kesî kesî."