Adar 24, 2021 22:24 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Roja îro em hinardekarê benzîn û mazotê ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir:Roja îro em benzîn û mazotê(gazoylê) difiroşin derve.

Li gor IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di pêwendiya vîdeoyî bi navendên xizmetkarî û hilberîna enerjiyê ya wezaretxana elekterî û avê û wezaretxana neftê got: "Heşt sal berê em hewcedar bûn ku benzînê ji derve bikirin, lê roja îro em benzîn û mazotê difiroşin derve û em li ser lingên xwe radiwestin,"

Rûhanî herwiha got: "Tevî ku di hilberînê de em têra xwe bi hêz û karîn bûne di warê veguhastinê jî me hêz û karîna pêdivî heye."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê berhemanîn û veguhastina gazê de jî got: "Di sala borî de,% 6 li berhemanîna gaza şirîn hatîye zêdekirin û rojane zêdeyî yek mîlyar metrekup gaz tê hilberandin ku em dikarin wê bikar bînin an bifiroşin derve.

Rûhanî her wiha got: "Em dikarin salê 100 mîlyar mêtrokup gaz bişînin derve da ku pêwendiyan di navbera Îran û welatên cîran de saz bikin û ji aliyek din ve dahatek pir baş ji bo welêt bi dest bêxin."

Serepeyv