Adar 22, 2021 16:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hikûmet bi hemû hêza xwe li kêleka kadro û karmendên pizîşkî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku hukûmet di têkoşîna dijî koronavirusê de bi gişt hêz û karîna xwe piştgiriyê dide kadro û karmendên pizîşkî û dê li rex wan bisekine.

Li gorî IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Duşemê bi pêwendiya vîdyoyî digel hejmarek ji navendên pizîşkî yên vî welatî, hatina sersalê pîrozbahî li xebatkarên pizîşkî kir û qedirzaniya xebata wan kir.

Rûhanî her wiha got: "Hikûmet her gav spasiya xebatkarên tenduristiyê dike ji ber ku em dizanin barê ser milê wan giran e."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Pizîşkiya Îranê dikare digel welatên pêşketî yên navçê û cîhanê bikeve hevrikiyê.

Wekî Rûhanî dibêje: Pizîşk û karmendên tenduristiyê ji bo parastina tenduristiya xelkê canê xwe xistine ber metirsiyê.

Rûhanî tekez kir ku ji ber hewildan, fedakarî û xweragiriya karmendên Pizîşkî, hîn hêjmara miriyan du reqemî ye û em hêvî dikin ku ew di sala nû de bigihîje jimareke yek reqemî.

Serepeyv