Xetîbzade: Îranê ji Amerîkayê tu peyamên rasterast û nerasterast wernegirtiye
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di hevpeyvînekê de got: Heya vê demê Îranê ji hikûmeta nû ya Amerîkayê tu peyamên rasterast û nerasterast wernegirtiye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan di 10ê Sibatê de îdia kiribû ku rêveberiya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden bi Îranê re "dîplomasiya nerasterast" dimeşîne. Wî got: "Dîplomasî digel Îranê berdewam e, lê ne rasterast,"
Seîd Xetîbzade duh li hevpeyvîna bi Sputnîka Rûsyayê ev îdiaya Sullivan red kir.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Eva Amerîka bû ku ji Rêkeftineke Navneteweyî ya demdirêj û bi hûrgiliyên zêde derketiye , vêca Îranê pêşwîst nabîne ku ji Amerîkayê re peyamê bişîne.
Xetîbzade got: "Rêkeftina Navokî Nexşeriyek xwe ya diyarkirî heye, her ji ber vê yekê ne hewce ye ku bi Amerîkayê re danûstandinan bikin ku vegerîne ser rêkeftinêm bherwiha ne hewce ye ku em peyaman bişînin an bistînin."
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got:Tenê tiştê ku pêwîst dike eva ye ku Amerîka pêbendê soz û qirarên xwe be û vegere ser Rêkeftina Navokî û boykotên li dijî Îranê rake.