Heta îro 17ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 514 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Adar 17, 2021 15:37 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 771 hezar û 115 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 514 hezar û 61 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 7802 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 771 hezar û 115 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 65 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 61 hezar û 492 kesî kesî."