Zerîf: Îran, berevajî Brîtanya û hevalbendên wê, bawer e ku hemî çekên navokî divê ji holê werin rakirin
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îşev derbarê gotinên serokwezîrê Brîtanyayê yên derbarê biendîşebûna derheq bernama navokî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê berevajî Brîtanya û hevalbendên wê, bawer e ku hemî çekên navokî û komkujiyê divê ji holê werin rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li ser Twitterê de nivîsî: Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, bi durûtiyek tam di heman rojê de ku welatê wî ragihand ku ew ê cebilxaneya xwe ya nukleerî zêde bike, bifikarbûna xwe derbarê pêşkeftina çekên nukleerî ya Îranê diyar kir.
Zerîf herwiha got: "Berevajî Brîtanya û hevalbendên wê, Îran bawer dike ku çekên navokî û hemî çekên wêrankirinê yên girseyî berberiyet û direndetî ne û divê bêne ji holê rakirin."
London îro Sêşemê ragihand ku ew dixwaze cebilxaneya xwe ya nukleerê zêde bike.