Rûhanî: Pêşveçûn û geşatiya aboriya Îranê bi rûmet bû
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî pêşveçûn û geşatiya aboriya Îranê di salên 2015-2017 bi rûmet nirxand.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Sêşemiyê di 60mîn rûniştina Civata Giştî ya Banka Navendî ya Îranê de got: "Heke em rewşa Îranê li du serdemên berî û piştî sala 1397 tavî (2018) parve bikin, berî vê salê, rewşa welatê me Îran bi rengek normal bû. "Zext hebû, lê di heman demê de me karibû heya astekê cezayan derbas bikin û mercên welêt baş bûn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê lê zêde kir û got: Enflasyon di van sê salan de bi qasî ji sedî 10.2 bû û heta bi salan jî enflasyon yekjimar bû û welat baş dihat birêve birin.
Rûhanî herwiha diyar kir: Pêşveçûn û geşatiya aboriya Îranê di sala 2016 de mezintirîn pêşveçûn û geşatiya aboriya cîhanê bû ku di dîrokê de bêhempa ye an kêmmînak e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi şerê aborî yê dijminan kir û got: `` Donald Trump`` ku ket Qesra Sipî pêbendê tu peyman, qanûn, qayide û qirar û prensîbên mirovî nebû û berevajî prensîb û peymanên navneteweyî, ji nişka ve xwe ji peymana pir alî vekişand.Cezayên bêhempa cezayên li ser Îranê, Îran xiste nav rewşeke tengas ku vê yekê rewşeke taybet jê re çê kir.