Adar 11, 2021 01:38 Asia/Tehran
  • Waizî: Mijara Rêkeftina Navokî û rakirina dorpêçên li ser Îranê mijarek cidî ye

Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Mijara Rêkeftina Navokî û rakirina dorpêçên ser Îranê pirseke cidî ye.

Mehmûd Waizî îro çarşemiyê li kêleka civîna kabîneyê, di bersiva pirsa Iran Press de, di derheqê pêşniyara wezîrê karên derve yê Rûsiya yê jibo avêtina gavên bihevra û hemwext ji hêla Îran û Amerîkayê di çarçêva Rêkeftina Navokî de diyar kir ku mijara rakirina cezayan hem li Îran û hem jî li gelek welatên din tê şopandin bi taybet ji aliyê koma 5+1.

Serokê nivîsgeha serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku xwezayî ye ku her yek ji wan rê bide xwe ku bêje çi rast e da ku gavek bavêje, ji ber vê yekê tiştê ku tê gotin nayê vê wateyê ku bi Îranê re hevahengî bûye.

Waizî eşkere kir ku pêşniyaên tên kirin di çarçova vekirin û serastkirina rê de ne û bê guman heke pêşniyarek were pejirandin, dê gel derbarê wê were agahdarkirin.

Serepeyv