Adar 09, 2021 15:27 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Yekane riya mayînde ku meriv nêzîkê miletan bibe vegera ber bi zanîn û çandê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê yekane riya mayînde ku meriv nêzîkê miletan dike vegera ber bi zanist û çandê da zanîn.

Li gorî IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, îro Sêşemiyê di peyamekê de  ji bo 3-emîn Kongireya Navneteweyî ya Cundîşapûr, got: Têkiliyên zanistî û çandî di nav têkiliyên mayînde û berdewam ên neteweyan de cih digirin, ji ber ku destkevta bi sedsalan Jiyan û bihevre jiyana geş a di nav şaristaniyan de cih digire.

Rûhanî di peyama xwe de bal kişand ser vê yekê herqas ku têkiliyên zanistî û çandî berfirehtir bibin, dê hevaltî û hevxemiya di navbera neteweyan de kûrtir bibe û di dewamê de got: Îran ji demên kevnare heya roja îro her gav haydarî û bangewaziya zanist, pêşkeftina zanînê û hevaltiyê kiriye.

Peyama Serokê Komara Îslamî ya Îranê, amaje bi wê yekê dike ku îranraniyan bajarê Zaningeha Cundîşapûr li dema ku herderî tundrewî û tundûtûjiya fanatîkî girtibû ber xwe, ava kirin. Devê Peyamê de herwiha hatiye diyarkirin ku roja îro, jî îranî, li ser bingeha heman hînkariyên bav û kalên xwe yên zana , du roja girîng di salnameya fermî ya Îranê de bi navê danûstendin û diyaloga bi cîhanê re û roja cîhanî ya Cîhana bêyî tundûtûjî û tundrewiyê, ku ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hate pejirandin, tomar kirine.

Zanîngeha Cundîşapû li Parêzgeha Xûzistanê (başûrê rojavayê Îranê) yek ji zanîngehên herî kevnar e li Asyaya Rojava ku bêtirî 17 sedsalan dîroka wê heye.

Serepeyv