Rûhanî: Ewropa divê ku bêçalaktiya deheq Rêkeftina Navokî bidawî bîne
Di dema hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îrlandayê de, serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku divê Ewropa bêçalakiya xwe dijî Rêkeftina Navokî bidawî bîne.
Li gorî ISNA, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro, Yekşemê, di civînekê bi Wezîrê Derve yê Îrlandî Simon Kavoni re li Tehranê got: "Pêwîst bû Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî li hember rêvebiriya berê ya Amerîka tevgera guncan bikira ji ber binpêkirina biryarnama vê rêxistinê."
Rûhanî amaje bi têkçûna cezayên neqanûnî û zexta herî zêde ya Amerîkayê li ser gelê Îranê û îtirafa hukûmeta nû ya Amerîkayê bi vê têkçûnê kir û got: "Çalakkirina Rêkeftina Navokî wekî rêkeftinek navneteweyî ya pir alî, bi rakirina sizayên Amerîkayê û bicihanîna erkên gişt endamên vê rêkeftinê ve girêdayî ye . "
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Îran pabendî domandin û parastina Rêkeftina Navokî ye û aliyek tenê ye ku berdêla wê daye, lê ev rewş nikare wisa berdewam bike.
Rûhanî amaje bi kiryara Îranê ya sekinandina cihanîna protokola pêvek li ser bingeha biryara meclisa şêwra îslamî kir û tekez kir: "Tevî sekinandina cihanîna protokola pêvek, Îran hîn jî bi biryar e ku bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re hevkariyê bike."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku Îran amade ye piştî ku Amerîkayê sizayên neqanûnî yên li dijî Îranê rakirin û dev ji siyaseta xwe ya tirsandin û zextê berda, bil lez gavên berdêlê yên li gorî bendên Rêkeftina Navokî rake û erkên xwe bicîh bîne.
Rûhanî herwiha li vê hevdîtinê berfirekirina têkiliyên Îran û Îrlandayê li gişt waran bi taybet di warê aborî û bazarganî de pêdivî zanî.
Wezîrê Derve yê Îrlandayê jî di vê civînê de got ku vekişîna Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji Rêkeftina Navokî xeletiyek dîrokî bû.