Anîna mîlyonek doz "Vaksîna Koronayê" bo Îranê
Berdevkê Navenda Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Koronayê ya Îranê derbarê anîna mîlyonek doz aşiya(vaksîna) Korona bo Îranê xeber da.
Berdevkê Navenda Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Koronayê ya Îranê Elî Reza Reîsî şeva şemiyê, di bernama gotûbêja taybet a nûçeyên Kanala Du ya Komara Îslamî ya Îranê de, got: Heya despêka bihara îsal (sersala 1400 ya Koçî Tavî), bi şandina 400,000 dozên vaksînek din ji "Bharat" a Hindistanê, hejmara giştî ya aşiya Koronayê bo Îranê yên ku ji Rûsya, Çîn û Hindistanê kirîne û tînin welêt dê bigihîje mîlyonek doz.
Reîsî herwiha got: Beşa yekem a "Vaksîna Covax" (kovaks) ya Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî dê bi mîlyonek û 100 hezar dozan bînin Îranê û tevaya van vaksînan dê bibe 2 mîlyon doz ji bo domandina vaksînlêdana li welêt.
Berdevkê Navenda Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Koronayê ya Îranê her wiha got: bi hatina beşa duyem a Vaksîna Kovax, dê hijmara Vaksînên ji derve kirî bigihîje 4.2 mîlyon doz û ev ê bibe sedem ku vaksînasiyon li Îranê bileztir berdewam bike.
Reîsî di dewamê de got: Bi zûtî vaksîna Pastor ya ku li Îranê çê dibe jî amade dibe û li kêleka vaksîna din a îranî ya bi navê Bereket û li kêleka vaksînên ku ji derve em tînin Îranê heya despêka havînê hejmara doza vaksînên li Îranê dê bigihêje 10 heya 12 milyon dozî.
Berdevkê Navenda Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Koronayê ya Îranê tekez kir ku ji bo bêtir kontrolkirina nexweşiya koronayê li welêt, firînên ji 32 welatan ber bo naav Îranê hatine qedexekirin.