Adar 06, 2021 15:39 Asia/Tehran
  • Heta îro 6ê Adara 2021ê - Derdora miliyonek û 435 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 681 hezar û 682 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 435 hezar û 357 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8212 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 681 hezar û 682 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 82 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 60 hezar û 594 kesî kesî."

 

Serepeyv