Adar 05, 2021 22:17 Asia/Tehran
  • Rexneya Zerîf ji cezayên nemirovane û

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê xwest ku bila deshiletdarên vê demê yên Amerîkayê siyaseta serokomarê berê yê vî welatî derbarê cezayên nemirovane û "zexta herî zêde" ser gelê Îranê biguherîne.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro Înê di twîtekê de, wêneyek zarokek îranî weşand ku tenduristiya wî ji ber zexta herî zêde û sizayên dijmirovî yên Amerîkayê ketiye ber xeterê û bang kir ku dawî li vê siyaseta çewt a rêberên Amerîkî were.

Zerîf lê zêde kir: "Ev keçeka piçûk niha berdêla bijare û zextên zalimane û nemirovane ya van siyasetmedaran dide ku bi ferengan ji wan dûr e û li Îranê ew bi tenê nîne ku di vê rewşê de ye."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku di nav belayê covid-19 de Amerîka siyaseta têkçûyî ya "fişara herî zêde" dijî îranîyan berdewam dike. Ma ne dem e ku vebijarkek ku bi rastî bikêr tê biceribîne?"

Birêvebiriya Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump Tebaxa 2020-an  piştî hewldanên bê encam ji bo dirêjkirina ambargoyên çek û sîlahan li dijî Îranê, hewlda ku bi her awayekî sizayên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Îranê vegerîne ku di vî warî de jî negihêşte encamê.

Serepeyv