Adar 05, 2021 14:10 Asia/Tehran
  • Zarîf xîtabî Wendy Sherman kir: Rêkeftina Navokî dîsa nayê gotûbêjkirin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva Pêncşemiyê, li bersiva gotinên vê dawiyê yên Wendy Sherman, bijardeya wergirtina postê Alîkarê Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji bo dubare muzakireya rêkeftina navokî ya Îranê, diyar kir ku ji bo Rêkeftina Navokî nayê gotûbêjkirin.

Li gor Fars Newsê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li ser Twitterê amaje bi îdiaya Sherman ya ku herêma Asyaya Rojava di 2021 de guheriye û divê danûstandinên bi Îranê re li ser rêkeftina Navokî li gorî mercên nû pêk werin, kir û û nivîsî: Ger 2021 mîna 2015 (sal îmzakirina rêkeftina Navokî) nîne, vêca em dikarin bibêjin rewşa vê demê jî ne wekî ya 1945 (sala dayîna veto ji hêla Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bo Amerîkayê) ye.

Zerîf di dewamê de li ser hesabê xwe yê Twitterê bal dikişîne ser guhertina rewşê di sala 2021 li gor sala 1945 de û diyar dike: “Vêca divê ku li gor rewşa vê demê mafê vetoyê were betalkirin, mafê ku Amerîkayê piraniya caran ew ji bo berjewendiya xwe bi kar aniye.”

Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir ku Rêkeftina Navokî dîsa nayê gotûbêjkirin û daxwaz kir ku ev rewşa rawestandî bi dawî bibe û vegerin ser cîbicîkirina rêkeftina atomî, ku berê hemû aliyan ew îmze kirine.

Serepeyv