Barê sêyem ê vaksîna rûsî ya Koronayê dê bigihêje Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324595-barê_sêyem_ê_vaksîna_rûsî_ya_koronayê_dê_bigihêje_têhranê
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê ragihandin ku barê sêyem ê vaksîna rûsî ya Koronayê dê bo Têhranê were şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2021 06:36 Asia/Tehran
  • Barê sêyem ê vaksîna rûsî ya Koronayê dê bigihêje Têhranê

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê ragihandin ku barê sêyem ê vaksîna rûsî ya Koronayê dê bo Têhranê were şandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kazim Celalî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Rûsiyê got: Sêyemîn barê vaksîna rûsî ya Sputnik V, pêkhatî ji 200 hezar dozan, dê îro Pêncşemiyê bo Têhranê were şandin.

Kazim Celalî her wiha qala destpêbûna operasiyona çêkirina xetê berhemanîna hevpar a Vaksîna Sputnik V di pêşerojeke nêzik da kir û got: Bi zûtirkê ev xeta berhemanîna hevpar dê li Têhranê were damezirandin û Îran ne tenê hewcetiya hundirîn, belkî dê hewcetiya welatên cînar jî dabîn bike.