Adar 01, 2021 23:49 Asia/Tehran
  • Li xwepêşandan Bexdayê çend kes birîndar bûn

Ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Nasiriye ya parêzgeha Zîqarê, li qada Tehrîr a Bexdayê xwepêşandan hate lidarxistin. Li gorî agahiyan birîndar hene.

li gorî Al-Sumaria News ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtiye "Hêzên ewlekariyê ber bi Qada Qehraman ve pêşve çûn da ku pêşiya kombûna xwepêşanderan bigirin."

Çavkaniyên ewlehiyê her wiha diyar kir ku hêzên ewlehiyê ji cadeya El-Sadûn ber bi Ferdûs ve bombeyên deng bikar anîn, di encamê de du xwepêşander birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlehiyê beriya vê jî gotin, bi dehan xwepêşander ji bo piştevahiya xwepêşandana li Nasiriyê ya parêzgeha Zîqarê li Qada Tehrîrê kom bûn.

Li gorî heman çavkanî "Xwediyên dikanên bazirganiyê û malên nêzî pira du qat ku hikumeta Iraqê vê dawiyê rakirbûn, jî daketin qadan û daxwaza tawîzan ku ber ziyanên biryara rakirinê dîtine, kirin. Her wiha gef xwarin ku heger çareserî neyên dîtin dê çalakaiyên protestoyê li dar bixin.."

Di rojên dawî de li bajarê Nasiriyê yê parêzgeha Zîqarê li dijî rewşa jiyanî ya nebaş xwepêşandan hatin destpêkirin, hêzên ewlekariyê mudaxela xwepêşandan kirin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Serepeyv