Rûhanî: Îtirafkirina hukûmeta Amerîkayê bi têkçûna dorpêçan û zexta li ser Îranê serkeftinek mezin e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îtirafkirina hukûmeta Amerîkayê bi têkçûna dorpêçan û zexta li ser Îranê serkeftinek mezin ji bo gelê Îranê bi nav kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro duşemê di merasîma vekirina projeyên neft û gazê de xîtabî neteweya Îranê kir û got: "Her tiştê ku me bi dest xistiye, bi saya vîn, bawerî û berxwedana we gelê Îranê bûye."
Rûhanî diyar kir: "Bê guman, dê cîhan û Amerîka neçar bin ku li ber vî miletê mezin çok bavêjin û cezayên zalimane rakin."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku rêveberiya nû ya Amerîkayê heya niha çar caran mikur hatiye ku zexta herî zêde ya li ser Îranê têk çûye û negihîştiye encam û di dewamê de got: Ev serkeftina herî mezin a di dîrokê de ye ji ber ku ew kesên ku cezayên li ser Îranê sepandin bi tevahî îtiraf dikin ku ev ceza û zext nagihêjin ti encamekê.
Îro merasimek bi beşdariya serokê Komara Îslamî ya Îranê bi rengê vîdeo-konferansê li dar ket, Projeya pêşxistina qada neftê ya Azar Îlamê (rojavayê Îranê) ku bi kapasîteya hilberîna rojane 65000 bermîlên nefta xav û petro-palîna Kanganê (başûrê Îranê) ket meriyetê û xebatên rêveberiyê yên petrokîmiya Kian Esseluyeh (başûrê Îranê) jî dest pê kir.