Operasiyoneke terorîstî li Pîranşehrê hat pûçkirin
Sibat 24, 2021 21:18 Asia/Tehran
Bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Îranê û Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuhedayê operasiyoneke terorîstî li şaristana Pîranşehrê hat pûçkirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Beşa pêwendiyên gelemperî ya Wezareta Itilaata Îranê ragihand: Bi hevkariya Rêveberiya Itilaatê ya Azerbaycana Rojava û Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuhedayê kiryara terorîstî ya tîmeke dukesî ku li dû terorê bûn hat şopandin û li dû wê endamên vê tîma terorîstî ya çekdar di pevçûna çekdarî da hatin kuştin.
Li gorî vê raporê, Ji van kesan ku dixwestin operasiyona terorîstî li Pîranşehrê cih bînin, du çekên kelaşînkov û narincoka cengî û muhimat hatine bidestxistin.