Rûhanî: Bila dewleta nû ya Amerîkayê terorîsma aborî bilez bide rawestandin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewleta nû ya Amerîkayê bila operasiyona terorîstî ya aborî bilez bide rawestandin.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da tevî pîrozkirina jidayîkbûna pîroz a Îmam Elî (S) Îmamê yekem ê şîeyên cîhanî, her wiha got: Me Peymana Navokî îmze kir û bi başî ew cihb anî û me soza xwe jî cih anî, lê hûn bi xwe dadweriyê bikin, tu wextî we sedî sed sozên xwe cih neanîn. Ji bilî Amerîkayê, endamên din jî hema wisa. Tu welatekî ji bilî Îranê sedî sed ser soza xwe nema.
Rûhanî got: Em hema wisa dixwazim ku Peymana Navokî xurt bimîne, lê gelek ron û zelal e ku îro em di rewşekê da ne ku mayîn, jiyan û geşatiya Peymana Navokî girêdayî bi vê yekê ye ku Amnerîka dest ji terorîsma aborî bikişîne; Em qala şertan nakin û çaverêtiyeke me ya zêde jî tune. Amerîkayê diviya sozên xwe cih baniyan, lê dewleta berê ya vî welatî ji Peymana Navokî derket, lê ev dewlet dizane ku dewleta berê şaşitî kiriye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Troîkaya Ewropî gelek deyndarê Îranê da zanîn û got: Me sê salan sebr kir û wan tu karek jibo Îranê nekirin.
Rûhanî bi bîr xist: Min ji berpirsekî girîng ê ewropî ra got, di van sê salan we 200 miliyar dolar ziyanana rasterast û bi sedan miliyar dolar ziyana nerasterast li Îranê xist û cinayeteka mezin pêk hatiye. Eva ku ev cinayet çawa divê were cubrankirin û ewna çawa divê cubran bikin, pêngava din e; Lê pêngava yekem rawestandina cinayetê ye.