Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324361-amara_herî_dawiyê_ya_koronayê_li_Îranê
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 91 îraniyan ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2021 17:40 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 91 îraniyan ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro sêşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 8 hezar û 330 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 782 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirina sivik çûn malên xwe.

Wê herwiha diyar kir ku heya vê demê li Îranê milyonek û 590 hezar û 605 kes bi Koronayê ketine.

Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 91 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 59 hezar û 663 kesan.

Dr. Sîma Sadat Larî  herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 358 hezar û 541 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.