Sibat 22, 2021 11:41 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Cihanîna xwebexş a Protokola Zêdekirî dê ji sibe va were rawestandin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Tiştê ku navbera Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê da pêk hatiye, di çarçova Pesendnameya Meclîsê da ye û cihanîna xwebexş a protokola zêdekirî ji sibe 23ê Sibatê va dê were rawestandin.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna xwe ya nûçeyî da wek bersiva bo pirsekê derbarê hûrgiliyên sefera Rafaêl Grosî Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Têhranê û lihevkirina sêmehî digel ajansê û dewama lêgerîn û gotinên wî derbarê seredanên nişkêvayî, got: Tiştê ku di vê seferê da navbera Îranê û Ajansê pêk hat, destkefteke pirr berbiçav a dîplomatîk û destkeftên teknîkî jibo Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Rêveberrê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hewil dan ku di çarçova qanûna pêwîstîdar a Meclîsa Îranê da tevbigerin û her tiştê ku hatiye lihevkirin, hatiye nivîsîn û tu tiştek derveyî qanûna meclîsa Îranê nîne.

Wî bi gotina vêya ku hin lihevkirin jibo dewama ceribandina rastiyê di çarçova pademanê da pêk hatibû, got: Ji wan yek ev  eku kamerayên Derve-Pademanî di sê mehên tê da vekirî bimînin, lê tu fîlmek nekeve ber destê ajansê. Berûlayên teknîkî yên vê miajrê him di pêvekê da û him jî di daxuyaniyê da heye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha destnîşan kir: Eva ku Grosî hat Îranê, me derfetek neda Amerîkayê. Tiştê pêkhatî di çarçova pesendnameya Meclîsa Îranê da ye. Cihanîna protokola zêdekirî ji sibe 23ê Sibatê va dê were rawestandin û hin çavdêriyên Ajansê di sê mehên tê di çarçova lihevkirinên Pademanî dê bên parastin.

 

 

 

Serepeyv