Sibat 21, 2021 23:39 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Tenê riya rawestan li ber kiryarên yekalî yên Amerîkayê, yekîtî û hevdilya welatan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di axaftina têlefonî ya bi serokomarê Tirkiyê re, tekez kir ku tenê riya rawestan li ber kiryarên yekalî yên Amerîkayê, yekîtî û hevdilya welatan e.

Li gor IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro yekşemê di gotûbêja telefonî bi serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re bi ragihandina piştgiriya xwe ji Tirkiye li ber sizayên Amerîkî, got: "Tenê riya  rawestan li ber kiryarên yekalî yên Amerîkayê, yekîtî û hevdilya welatên li ber boykotan e.."

Rûhanî dûv re têkiliyên Îran û Tirkiyê wekî du welatên girîng û bibandor ên li herêmê baş û pêşkeftî wesif kir, û destnîşan kir ku hewce ye hevkarî û têkiliyên Tehran-Enqerê werin xurt kirin da ku bikarin li ber gefên hevpar rawestin. Wî herwiha tekez kir ku bi hevkariyê pirsgirêkên herêmê werin çareser kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi reftara neqanûnî ya rêvebiriya berê ya Amerîkayê kir û tekez kir: `` Rakirina sizayên Amerîkayê daxwazek yasayî û maqûl a Îranê ye, û digel rakirina sizayan, emê vegerin ser berpirsiyariyên xwe``.

Rûhanî wiha pê de çû: "Stratejiya Îranê dê rakirina pêngavê li hemberî pêngavê bibe."

Serokomarê Îranê bi pêşewaziya ji însiyatîva hevkariya herêmî ya bi beşdariya Îran, Rûsiya, Tirkiye, Azerbaycan û Ermenistanê got: Ev proje dikare ji bo hemî aliyan sûdên girîng hebe û Îran amade ye ku di warên pisporî de digel welatên navçê hevkariyê bike.

Erdogan tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên bazirganî di navbera Îran û Tirkiyê de kir, nemaze bi karanîna şiyanên bazirganî yên bijare û hevkarî û diyaloga bibandor ji bo xurtkirina aştî û ewlehiya navçeyê.

Serepeyv