Rûhanî: Birêveberiya Bûdcê di rewşa şerê aborî de pêk hat
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku birêvebirina budcê di dema şerê aborî de hate bidest xistin.
Li gorî IRNA, Serokê Komara Îslamî ya Îran Hesen Rûhanî îro Yekşemê, di 205-emîn civîna Erkana Hevahengiya Aborî ya hikûmetê de got: "Li gor bername û pilanên ku îsal hatine amadekirin, nemaze tevdîrên hatine dayîn di budceyê de, me karî ku dahat û xercan (lêçûnan) birêve bibin. "
Rûhanî herwiha pgot: "Ev mesela girîng di dema şerê aborî û zexta herî zêde ya rêvebiriya Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hat bidestxistin ku li gorî îtirafa wan bi xwe, eva bû sedema têkçûna vê siyasetê."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku nexşeya aboriya giştî ya hikûmetê ya îsal, ku bûdce jî tê de ye, li gorî rastî û şiyanên aborî yên welêt hatiye amadekirin û cîbicîkirin.