Rûsya: Divê Amerîka gava yekem ji bo parastina Rêketina Navokî rake
Alîkarê wezîrê karên derve û gotûbêjkerê sereke yê navokî yê Rûsyayê got ku divê Amerîka gava pêşîn di pêkanîna Rêketina Navokî de bavêje ji ber ku ew ji vê rêketinê vekişiyaye.
Li gorî rojnama Rasiskaya Gazeta, organê hukumeta Rûsî, Sergei Ryabkov got:" Tê çaverê kirin ku alîyê Amerîkî gava yekem bavêje û paşê, li ser bingeha hevsengiya berjewendiyan, diqewme pêvajoya vejandina Rêketina Navokî bi temamî despê bike.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiya bi bîr xist ku Rûsiya çend sal berê nexşeyek gav bi gav pêşkêşî kir da ku li bara bernama navokî ya Îranê lihevkirin çê bibe û ev nexşe riya berî rêkeftina Navokî di 2015-an de hatibû raberkirin.
Berî viya berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov pêşwazî li vekişîna Amerîkî ji biryara serokomarê berê yê vî welatî ji hewldana bona vegerandina sizayên navneteweyî dijî Iran ya li Civata Ewlekariya NY, kir.
Di vê navberê de rêveberiya nû ya Amerîkayê ji ber ku hewldanên rêveberiya berê ya vî welatî derheq sepandina sizayên herî zêde li ser Îranê negihêşte encamê, diyar kir ku vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêkevtina Navokî bû sedemê tecrîda vî welatî li cîhanê, wê Amerîka vegere nav peymana ku Konseya Ewlekariyê ya NY pejirandiye, ya ku cezayên li ser Îranê radike.