Sibat 18, 2021 14:42 Asia/Tehran
  • Heta îro 18ê Sibata 2021ê - Derdora miliyonek û 324 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 550 hezar û 142 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 324 hezar û 231 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 8066 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 550 hezar û 142 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 80 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 59 hezar û 264 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 110 miliyon kesî.

 

 

Serepeyv