Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heya niha li Îranê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 542 hezar û 76 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro çarşemê derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa Koronayê ya 8 hezar û 42 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 744 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirina sivik çûn malên xwe.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku heyf û mixabin di 24 saetên dawiyê 67 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 59 hezar û 184 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha got: Şukra Xwedê heya niha milyonek û 317 hezar û 612 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara mirovên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa korona ketine nêzîkî 110 mîlyon kesan bûye ku ji van zêdetirî du mîlyon û 415 hezar kes mirine û zêde ji 81 milyon pêketiyên Koronayê jî baş bûne.