Salvegera jidêbûna Îmam Muhemed Baqir (S) pîroz be
Îro yekê Receba 1442 a Koçberiya Hîvî hevdemê 13 Sibata 2021 Salvegera jidêbûna îmamê pêncan ê şîeyên cîhanê Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) kurê Îmam Ceferê Sadiq (S) ye.
Îmam Muhemedê Baqir (S) stêrka pêncan li esmana îmamet û welayetê, yekê meha Receba sala 57 KH li bajarê Medîneyê hat dunê.
Mezinatiya Îmam Muhemmdê Baqir (S) ewqas bû ku çaxê behsa alim û zanayên Haşimiyan, Eleviyan û Fatimiyan dihat kirin, hemûyan bi vê yekê îteraf dikirin ku Îmam Muhemedê Baqir (S) mîratê paqijî, camêrî û mêrxasiya wan e.Îmam Muhemedê Baqir (S) li dewrana xwe ji şexsiyetên herî mêrxas bûye.
Nasnavê Îmam Baqir (S) "Ebû Cefer" û leqbê wî hezretî yê herî navdar "Baqir el-Ulûm" e ku tê wateya jihevderxistina zanistan, ji ber ku wî îmamê hêja gelek ji pirsgirêkên zanistî û fikrî çareser dikirin û dijwariyên zanistan hêsan dikir. Di wrê şarezatiya li zanist û zanînên dewrana xwe de ew hezreta kesayetek bêhempa yê dema xwe bû.
Navûdengê zanistî ya Îmam Muhemed Baqir (S) ewqas bû ku hemî dîrokzan, çi Misilman û çi ne Misilman, di warê nasandina jêhatiyên wî hezretî, berî her tiştî dest datanîn ser mewqiya wî Îmam hêja ya zanistî.
Însanê herî dilhebîn û mirovê herî comerd hin ji taybetmendiyên Hz. Îmam Muhemed Baqir (S) in.
Radyo û Telivîzyona Komara Îslamî ya Îranê jî salvegera jidêbûna Îmam Muhemedê Baqir (S) li hemû misilman û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.