Barê duyemîn a vaksîna "Sputnik V" gihîşt Tehranê
Sibat 13, 2021 11:59 Asia/Tehran
Berdevkê Rêxistina Xwarin û Dermanan a Îranê got: Barê duyem a vaksîna "Sputnik V", ku 100,000 doz e, şeva Înê gihîşt Tehranê.
Kyanûş Cehanpûr, berdevkê Rêxistina Xwarin û Derman a Îranê, şeva Înê li ser twitterê nivîsî: "Piştî nîşankirin û kodkirin, ev bar dê li şebekeya tenduristiya welêt de were belav kirin da ku kedkar û karmendên rêza pêşîn aşî(vaksîne) bike."
Yekem barê vaksîna koronayê ya Rûsî ya bi navê "Sputnik V" di 4ê Sibatê de ji Îranê re hate şandin.